HRE: 5 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI ŞERA Û BABÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetir dike.
Hêzên rizgariyê ragihand ku, li Babê û Şera, 5 çeteyên Dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariyê da zanîn ku, hêzên wan du çalakî li Bab û Efrînê li dijî dagirkeriyê li dar xistine.

Li gorî daxuyaniya hêzên rizgariyê, 27 Gulanê hêzên wan çalakiyek li dijî nuqteyek çeteyên bi navê Cebhe Şamiyê ya li gundê Vêlat Qadî yê Şera pêk anî.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bûn.

Hêzên rizgariyê eşkere kir ku, hêzên wan li dijî erebeyeke çeteyên Ehrar El-Şam ên li gundê Hizwan ê Babê çalakiyek sebotajê li dar xistin.

Di encamê de, erebe hat rûxandin, 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya du çeteyên kuştî û yekî birîndar jî eşkere kir.

Ew jî wiha ne:

Elî Eyob û Ridiwan Şobek.

Yê birîndar jî Mistefa Xemîs e.

Leave a Reply

Back to top button