Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ stira

Îro rûniştina 10’an a Doza Kobanê hebû. Di vê dozê de 22 jê girtî 108 siyasetmedar ên Kurd tên darizandin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata di rûniştina îro de strana “Welatê me Kurdistan e” got.

Parlamentera HDP’ê ya berê û çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di rûniştinê de parastina xwe kir.

Ayla Akat Ata derbarê doza Komeleya Jinan a Rosayê derbarê wê de hatî vekirin de got:

“Xebatên me yên derbarê jinan de li gor zagonane.

Ayla anî ziman ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) saziyek rêxistinên sivîl û siyasî di bin banê xwe de kom dike û ne saziyek dij qanûniye.

Ayla Akat Ata di mitîngeke Êlihê de strana “Welatê me Kurdistan e” strî ye û dîmenên wê jî tomarkirî heye.

Ayla di rûniştinê de dîsa strana, “Welatê me Kurdistan e” strî û dengê wê li eywanê dengveda.

Back to top button