2 Çeteyên êrişkar ên DAIŞ’ê li kampa Holê hatin kuştin

Êrişên li Kampa Holê dewam dikin. Hêzên ewlehiyê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyon pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji rêveberiya Kampê hatin girtin, duh, hêzên Asayîşê yên kampa Holê, li ser tevgera şaneyeke DAIŞ’ê di hundir kampê de agahî girtin ku li cihekî kom bûne..

Li ser destwerdana hêzên Asayîşê şer derket û çeteyan hêzên asayişê gulebaran kirin.

Di encamê de endamekî hêzên Asayîşê birîndar bû.

Her wiha di encama gulebarana çeteyên DAIŞ’ê de 5 koçberên Îraqî yên di çadirekê de jî birîndar bûn….

Di encama şer de 2 çeteyên DAIŞ’ê yên êrişkar hatin kuştin..

Çekên li ser çeteyan hatin desteserkirin..

Koçberên Îraqî yên birîndar rakirin navendên dermankirinê.

Back to top button