Li navçeya Tirbespiyê Şehîd Weîl El-Ecal li goristana Şehîdan a li navçeyê, bi merasîmekê hat oxirkirin. Şêniyên Qamişlo jî serdana konê sersaxiyê ê Şehîd Reşo Qamişlo kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Îro li Tirbespiyê merasîma Şehîdan hebû.
Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girk Legê cenazeyê Şehîd Waîl Ehmed El-Ecal li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ya li navçeyê bi merasîmekê oxirkirin.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hacer El-Hesen axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Her wiha ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan jî axivî û got: “Fedakariyên gel bersiva herî xurt a komployên li dijî herêmê ne.”
Di dawiyê de, wesîqeya Şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Reşo Qamişlo re xwestin
Di heman demê de li bajarê Qamişlo jî bi dehan welatî, nûner û endamên saziyan serdana konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Mihemed (Reşo Qamişlo) ê li Taxa Qidûr Beg û sersaxî ji malbat Şehîd xwestin.
Di bin kon de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û got:
“Ji me tê xwestin ku em destkeftiyên şehîdan biparêzin.”
Di dawiyê de, bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Nezîr Sofî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.