Rûsya dimenê helîkopterên şer yên li dijî Ûkrayna weşand

Bi gurbûna şerê navbera artêşa Ûkrayna û Rûsyayê de, alî dixwazin bandora xwe zêdetir bikin. Rûsyayê dîmenên êrîşên hewayî yên li Ûkraynayê ku bi helîkopterên şer pêk aniye parve kir. Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê jî dîmenên têkbirina pergala parastina hewayî ya Rûsyayê weşand.

Di êrîşên Ûkraynayê de ji bilî mûşekên balîstîk, Rûsya êrîşên xwe yên hewayî, derya û bejahî didomîne.

Dîmenê helîkopterên şer ên Rûsyayê yên di dema operasyonên leşkerî yên li dijî Ûkraynayê de ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hatin weşandin.

Wezaretê her wiha bal kişand ser operasyonên ku bi armanca bêçekkirina Ûkraynayê dayî despêkirin.

Di dimen de jî tê xuyakirin ku çawa helîkopterên Rûsya tankên Ûkraynî dikin armanc.

Wezaretê derbarê cih û dema êrişê agahî parve nekir.

Ûkrayna dimenê têkbirina sîstema parastina Rûsya weşand

Hemwextî vê Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê jî dimenê armanckirina sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê weşand.

Ûkrayna bi balafirên bêmirov yên ji Tirkiyê kirîne, êrişek li dijî sîstema parastina hewayî ya Rûsya pêk anî.

Wezaretê derbarê cihê bûyerê de agahî parve kir.

Wezaretê diyar kir ku ev êriş li herêma bejahiya Îvankiv a Kîevê pêk hatiye.

 

Back to top button