Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Helebê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê derdora Idlib û Helebê topbarankirin. Li Şamê jî agir bi avahiyekê ket û tê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê êrişî gundên Filêfil, El-Benîn, El-Fetîra û Sifûhin ên li başûrê Idlibê kir.

Di hema demê de gundê Kefer Teal ê li rojavayê Helebê jî bûn armanca êrişên hikûmetê.

Heta Niha 11 kesan jiyan xwe ji dest dane

Li gorî ajansa Sana ya hikumeta Şamê ragihand, serê sibehê li kolana Hemra ya li bajarê Şamê, agir bi avahiya mola Lmîrada ket.

Hat ragihandin heta niha 11 kes ji ber wê jiyan xwe ji dest dane.

Tê diyar kirin ku şewat ji ber kehrebeyê derketiye.

Back to top button