Hêzên hikûmeta Şamê êrişî hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kirin

Îro piştî ” seat 03:30’an de hêzên hikûmeta Şamê ji nişka ve êrişî hêzên meclisa leşkerî ya Til Temirê kirin.

Girêdayî êrişê meclisa Til Temirê ya leşkerî daxuyaniyek da û ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

Hêzên hikumeta Şamê li dijî yekîneyên meclisê êrişên provakatîv pêk anîn.

Di êrişê de 2 şervanên meclisê şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Her wiha şervanên meclisê bersiva êrişan dan û di encama pevçûnan de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ji bo ku sedema ev bûyera provakatîf were zelalkirin, ji aliyê yekîneyên me yên pêwendîdar ve lêkolîn hat destpêkirin.

Em ê li gorî encamên ku derketine holê helwestên pêwîst nîşan bidin.

Back to top button