Platforma çalakiyên hevbeş şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên azadiyê bi vêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.

îro di saetên êvarê de endamên saziyên platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê li Goristana Şehîd Delîl Seroxan a bajarê Qamişlo mûm li ser gorên şehîdên pêxistin.

Platformê li goristanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Platformê Roja Jinan a Cîhanê li dayîk, hevjîn û keçên şehîdan pîroz kir.

Her wiha îşaret bi rola YPJ`ê di parastina ax, gel, nasname û berxwedana lehengî di tunekirina terorê de hate kirin.

Platformê diyar kir ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, baweriya wê bi wê vegerand, veguherandineke fikrî û civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.

Di dawiyê de soz hate dayîn ku layiqê nirxên şehîdan bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiyên platforma hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan wê heta 10`ê Adarê berdewam bikin.

Back to top button