Parêzbendiya parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat betalkirin

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di şexê Semra Guzel de li dijî HDP’ê dest bi êrişeke nû kir

Beriya niha ji bo Semra Guzel du fezleke hatibû amadekirin doh ev fezleke hate meclisa Tirkiyê

Bi Tifaqa Partiyên AKP, CHP, ÎYÎ û MHP’ê mafê destnedanê ya parlamentera HDP’ê Semra Guzel hate rakirin.

Li Meclisa Tirkiyê beriya demekê derheqê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de 2 fezleke hatibûn amadekirin.

Partiyên Tirkan AKP, CHP, ÎYÎ û MHP’ê di gûftigoyên giştî de xwestin mafê parêzbendiyê ya parlamenteriya Semra Guzel were rakirin,

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevli Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.

Piştî parastinê dengdayîn hat kirin.

Derveyî HDP’ê hemû partiyên Tirkiyê yên tifaqa faşîst ji bo parêzbendiya parlamentera HDP’ê rabe dengê erê dan.

Piştî betalkirina parêzbendiya dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. Piştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.

Back to top button