ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ŞÊNEYEK QETIL KIER, Û 800 DARÊN ZEYTÛNÊ QUT KIRIN

Artêşa tirk da girker û çeteyên wê ji bo zorê Efrîniyan ji cih û warên wan derbêxe her tiştî dike.
Hem malan talan dike, hem jî erd û zeviyên wan dişewitîne.
Dagirkeriya dewleta Tirk li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa agir bi zeviyên çandiniyê xist.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku ji ber gurbûna agir, şêniyan nekarîn agir vemirînin.

Li gundê Sînka yê navçeya Şera jî çeteyên dagirkeriyê 800 darên zeytûnê qut kirin.

Hat zanîn ku darên hatin qutkirin yê şêniyên binavê;

Menan Hesen Qasêm
Berekat Şêxo
Şikrî Hemreşo
Mihemed Bekir Endî
Hesen Mamo
Îbo Xeco
Ebdilrehîm Hemreşo

Her wiha li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, di nava çeteyan de şer derket.

Şêniyekî kurd yê binavê Silêman Tobal ku li ber derê dikana xwebû, bû hedefa guelyan û hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button