Yekitiya jinên ciwan û Hîlala Zêrîn bi boneya 8’ê Adarê çalakî li darxistin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî li derê çalakî tên lidarxistin ..

Li Minbic Yekitiya Jinên Ciwan û li Kobanê Hîlala Zêrîn bi boneya vê rojê çalakiyên cûda lidarxistin.

Yekitiya Jinên Ciwan ê Kobanê bi diruşma “Em bibin yek ku tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin” konê çalakiyê li çerxeriya Sebi Behrat a rojavayê bajêr vegirtin.

Di çalakiyê de Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û got:

“Em tevahî jinên cîhanê bi vê boneyê ku bi destpêka biharê re tê pîroz dikin .”

Li aliyekî din Hevseroka Komeleya Çeçen Talîn Necmedîn diyar kir ku Bi rihê berxwedana jina têkoşer, em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwaz dikin.

Girêdayî mijarê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê bi daxuyaniyekê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, desthilata baviksalariyê tevahî cureyên îşekenceyê li ser jinan dimeşînin da ku vîna wê bişikînin.

Lê jin li hemberî zihniyeta desthilatdar li ber xwe dide..

Di dawiya daxuyaniyê de roja 8’ê adarê li hemû jinan hat pîrozkirin.

Back to top button