Jinên li herêmê ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê di nava çalakiyan de ne. Asayîşa-Jin ya herêma Cizîrê şahiyek lidarxist. Mihricanan Wêje û Hunerê a Jin jî di roja 2’an de dewam dike. Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan bi daxuyaniyan li deverên cuda ev roj li jinan pîroz kir. Li ser gorên şehîdan jî mûm hatin vêxistin.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên li herêmê zêde dibin.
Asayîşa-Jin ya herêma Cizîrê bi boneya 8’ê Adarê şahiyekê li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo li û li Hesekê li dar xist.
Di şahiyê de jinan peyama xurtkirina têkoşîn û hêza parastina mafê jinan dan.
Li gelek deveran daxuyanî hatin dayîn
Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî li gelek deveran daxuyanî da.
Platformê di daxuyaniya xwe de şehîdên Azadiyê bi bîr anîn û ev roj li dayik, hevjîn û keçên şehîdan pîroz kir.
Her wiha îşaret bi rola YPJ’ê di parastina xak, gel, nasname û berxwedana lehengî di tunekirina terorê de kir.
Li Qamişlo mihrîcana wêje û hunera jin di roja 2. de ye
Mîhrîcana 7’an a Wêje û Hunera Jin di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dewam dike.
Di roja 2’an de gelek berhemên filoklorî, karê destan, şano û helbest hatin pêşandan.
Li Minbicê konê çalakiyê hat vegirtin
Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan doh li çerxeriya Sebi’ Behrat a Minbicê konê çalakiyê vegirt.
Di konê çalakiyê de endama rêveber a Yekitiyê Sêdana Henûş axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.
Piştî wê pêşbaziya bi biskilêtan a jinên ciwan pêk hat.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê bi daxuyaniyekê ev roj pîroz kir
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da û Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.