Dayika bêwar a 70 salî ye mînaka berxwedanê ye

Temenê wê 70 sal in tevî wê jî beşdarî însiyatîfa gel a lêkirina dîwar bûye.
Ev kesa em behsê dikin, Dayika Bêwar Hisên e.
Dayika Bêwar dibêje:
“Temenê min ê mezin li pêşiya parastina warê min nabe asteng.
Ji bo rizgarkirina Efrînê û vegerê, çi ji min were xwestin ez ê bikim.”

Ev dayika Bêwar Hisên e.

Temenê wê 70 sal in, lê dîsa jî di parastina axa xwe ji êrişên dagirkeran dudilî nabe.

Piştî dagirkirina Efrnê û hemû sûc û binpêkirinên der heqê şêniyên wê de, rojane êriş tên kirin.

Tirkiyeya dagirker û çeteyên xwe ji gundên dagirkirî rojane êriş dikin û sivîlan dikin armanc.

Ji bo xwe û gundên xwe ji van êrişan jî biparêzin jî, bi insiyatîfekê dîwar tê lêkirin.

Ev dîwar jî ji keviran e û di navbera gundên Aqîbê û Soxanekê de ye.

Dayika Bêwar dibêje “Temenê min ê mezin lê li pêşiya parastina war û welatiyên me ji dagirkeriya Tirk nabe asteng.”

Li ser bêhelwestî û bêdenigiya civaka navneteweyî ya li hember van êrişan jî Dayika Bêwar vê peyamê dide.

Mîna vê dayikê bi hezaran hene, ewqas bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne û di berdêla wê de her tiştî didin.

Back to top button