Ezab El-Ebûd: Projeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina aloziya aûriyê hêviyek e

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê dibêje:
“Projeya neteweya demokratîk ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê hêviyeke rasteqîn e.” 

Ezab El-Ebûd diyar kir ku gelê Sûriyê berî 11 salan banga demokratkkirina Sûriyê kir, lê rejîmê daxwazên gel bi cih neanî û gelê Sûriyê ziyan dît.

Ezab El-Ebûd da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê çareya guncav e.

Li ser êriş û zextên li ser projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser jî Ezab El-Ebûd ev got :

“Ev proje ji ber li dijî desthilatdariyê şer dike, her tim ji gelek aliyan ve rastî zextan tê.”

Ezab El-Ebûd tekez kir ku aloziya Sûriyê tenê bi yekkirina hemû hêz û nêrînên siyasî çareser dibe.

Back to top button