Roj bi roj êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatî sûrî zêdetir dibin.
Di seatên sibehê de dagirkeran gundewarê Eyn Îsa û Minbicê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di seat 11’an de gundê Cedîdê yê rojavayê Eyn Îsayê û gundê Mişêrfê, depoyên genim û rêya M4 yên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Li aliyekî din Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku, dewleta Tirk a dagirker gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.
Her wiha Meclisê diyar kir ku artêşa Tirk ji baregehên xwe yê li gundê El-Hoşeriyê, bi hawanan û çekên giran gundê Toxar topbaran kir.
Hate zanîn ku di van gundewaran de sivîl hene, lê heta niha zirarên ku van topbaranan bi xwere anîne nehatiye zanîn.