Sergey Shoygo: Me bajarê Harkov kontrol kir

7 roj in şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, berdewam e û her roja diçe dijwartir dibe. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu, ragihand ku hêzên wan bajarê Harkov bi awayekî giştî kontrol kirine û heta niha hezar û 500 cihên leşkerê yên Ûkranî ji karkirinê dane rawestandin û bêbandor kirine.
Wezareta Parastinê ya Ûkranyayê jî dagirkirina Harkov derewand û diyar kir şer li nav bajêr didome û heta niha hêzên wan jî 5 hezar û 840 leşkerên Rûsî kuştine. 

Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt.

Piştî vegûhestina hêzeke giran a leşkerî, Rûsya niha Kîev dorpêç kiriye dixwaze dagir bike. Lê heta niha ev yek pêk nehatiye şer li nav bajêr didome.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, ragihand ku hêzên wan gîhîştine bajarê Ki-herson û bajarê Herkov jî bi awayeke giştî xistine kontrola xwe.

Sergey Shoygo: Me 1500 cihên leşkerî yên Ûkranî bêbandor kirin

Sergey Şoygû di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta niha hêzên wan li Ûkranyayê 1500 cihên leşkerê bêbandor kiriye û got: Heta ku em bigihîjin hedefên xwe emê operasyona xwe ya li dijî Ûkranyayê bidomînin.

Hêzên giradayî Komara Lûhanskê jî bi daxuyaniyek ragihandin ku hêzên wan heta niha nêzî 40 navçe û bajar li destên hêzên Ûkranî derxistin e.

Wezareta Parastinê ya Ûkrayna: Heta niha me 5 hezar û 840 leşkerên Rûsî kuştine

Wezareta Parastina Ûkranyayê jî daxuyaniya Sergey Şoygû derewand diyar kir ku niha li Herkov şer li nav taxan belavbûye û şereke bajêran rû dide.

Wezaretê di berdewamiya nirxandina xwe de bîlançoya şerê 6 rojan jî ragihand û got:

Heta niha hêzên me yên qehreman 5 hezar 840 leşkerên Rûsî kuştin e.

Arêşa Ûkranya 30 balafir, 31 helîkopter, 211 tang, 862 maşîneyên zirxî, 85 top, 355 erebeyên leşkerî, 9 pergala hewayî û 40 pergala mûşekan hatiye bê bandor kirin.

Zelensky: Di êrişa li ser birca televîzyonan de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyeke din Artêş Rûsyayê duh birca ku weşanê dide televîzyonên Ûkranyayê bomberan kiribû. Derbarê vê êrişê de Volodymyr Zelensky daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrişê de 5 karmend jiyana xwe dest dane 5 jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Awûstralyayê: Me 50 milyon dolar alîkariya çekan da Ûkraynayê

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrîson( skut marşin) aşkera kir ku bi nirxê 50 milyon dolar Amerîkayê alîkariya çekan daye Ûkraynayê.

Scott Morrîson, diyar kir ku bi alîkariya çekan dixwazin ji ûkraynayiyan re bibin alîkar ku da ku welatê xwe biparêzin.

Back to top button