Serikên nukleerî li Ewropa belav bûne

Çekên nukleerî, yek ji metirsiya herî zêde ya li cîhanê ye. Bi karanîna van çekan re, wê cîhan winda bike. Di nava demên dawiyê de, Serokê Rûsya Putin her bi van çekan gefê dixwe. Putin careke din, ferman da artêşa Rûsya da ku ji bo ketia şerekî taybet ku çekên nukleerî jî têde ne amade bin. Li aliyê din, 900 serikên nukleerî yên NATO jî hertim ji bo rewşa şer amade ye.

Di şerê li Ûkrayna de careke din, metirsiya çekên nukleerî derket pêş.

Di demekê ku hêzên rojava li dijî Moskow dengê xwe bilind dikin, yekser ji Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, gefa çekên nukleerî tê xwarin.

27’ê Sibatê careke din, bi gefxwarina Putin ya şerekî bi çekên nukleerî re fikar zêde bûn.

Gelo ev fikar tên wateya serdemeke nû ya Şerê Sar?

Serdema Şerê Sar ew bû ku cebilxaneyên nukleerî hatin berhev kirin da ku rojek pêşî li yekî din neyê girtin ku çekên nukleerî bikar bîne.

Yek ji geşedanên herî balkêş di wê serdemê de, di navbera Peymana Warşovayê ya ku di sala 1955’an de hat damezrandin û NATOyê bi salan “senaryoyên astengkirinê” dom kir, krîza Kuba ya 1962’an bû.

Krîza ku Waşîngton û Moskova ber bi şerê nukleerî ve birin, di kêliya dawî de bi hewldanên dîplomatîk ji holê rabû.

Mantiqa siyasî ya ku wê demê serdest bû, îro jî hemane.

Alî baş dizanin ku bikaranîna van çekan wê berdêleke çawa bixwere bîne.

Dema ku Putin di hişyariya xwe ya li dijî destwerdana li Ûkraynayê de, dest bi êrişê kir, bi encamên neyê dîtin gef li NATO xwar.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Yves Le Drian got;

Em vê ew wekî “gefeke ku çekên nukleerî werin bikar anîn” dihesibîne.

Divê Putin fêm bike ku NATO bersiv da ‘ew jî hevalbendiyek nukleer e.

Nêzîkî 100 serikên nukleerî yên NATO yê li 6 baregehên leşkerî yên li pênc welatên endam hene.

Yek ji wan baregeha Încîrlîkê ya Tirkiyê ye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, tevî gefên Moskowê, di daxuyaniyekê de ji BBC re bi hişyarî axivî.

Stoltenberg bal kişand ser gefa Putin û wiha got:

“Ev nîşan dide ku rewş çiqasî cidî ye.

NATO şerê bi Rûsyayê re naxwaze, em îtîfaqa parastinê ne.”

Çekên nukleer ên ku NATO li Ewropayê bi cih dike, bi rastî tenê beşek piçûk a cebilxaneya heyî pêk tîne.

Li gorî texmînên heyî 6,250 serikên nukleerî yên Rûsyayê hene.

Li DYA yê 5 hezar û 500, li Fransayê 290, li Îngilîstanê 225.

Li gorî daneyên Komeleya Zanyarên Amerîkî (FAS), DYA, Fransa û Îngilîstanê bi qasî 970 çekên nukleerî ji bo her kêliyê amade ne.

Li hember vê yekê, Rûsya jî nêzîkî 900 serikên nukleerî di rewşa amade de hiştiye.

Kodên ku ji bo avêtina çekan pêwiste, di destê DYA de ne.

Niha ev çekên ku wê ziyana herî mezin bidin cîhanê, disa ketine rojevê.

Back to top button