Kîev bi dengê sîrenê dinale

Ûkrayna 7 rojin, li dijî Rûsya li ber xwe dide. Bi derbasbûna rojê re, Moskow êrişên xwe dijwartir dike. Di nava 24 saetên derbasbûyî de, bêtirî 20 sivîl hatin kuştin. Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan, bisedan wesayîtên zirxî yên Ûkrayna têk birine û bajarê Xerson jî kontrol kirine.

Li vir dengê sîrenan qet kêm nabe.

Paytexta Ûkrayna Kîev şevên xwe yên herî tarî û bitirs derbas dike.

Li paytextê tirsê cihê xwe ji bêdengiyek zêde re hiştiye.

Ji bo parastina xwe, jêrzemîn weke rêya tekane ya çareseriyê tên bikaranîn.

Li bakur, başûr û rojhilatê welat êrişeke dijwar ya Rûsya heye.

Hêzên Rûya bi mûşekan êrişî bajarê Xarkîv yê li rojhilatê welat kir.

Ûkrayna: Di 24 saetên derbasbûyî de 21 sivîl hatine kuştin

Di encama êrişên 24 seatên derbasbûyî de, 21 sivîl hatin kuştin û 112 jî birîndar bûn.

Rêveberên Ûkrayna îdia kirin ku wan bêtirî 40 erebeyên artêşa Rûsya desteser kirine û êrişa wan têk biriye.

Her wiha li herêma balafirgeha Chuhuiv jî balafirek Rûsî hatiye xistin.

Li Xarkîvê heta saetên siharê, êrişan dewam kir.

Hêzên Rûsya Zanîngeh û navenda polîsan kirin armanca êrişên xwe.

Ji ber êrişê avahiyên li herêmê jî bi erdê re bûn ye.

Tîmenên rewşa lezgîn ji bo derxistina kesên bi kavilan ketin tevgerê.

Artêşa Rûsya ber bi Kîevê ve pêş dikeve

Di vê navber de, artêşa Rûsaya gav bi gav nêzî paytext Kîevê dibe.

Serfermandariya Ûkraynayê jî di roja 7’emîn a êrîşa Rûsyayê de li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

hêzên Rûsyayê ji aliyê bakur û bakurê rojava ve hewl didin ber bi paytext Kîevê ve bi pêş ve bên.

Li başûr û rojhilatê welat şer dijware

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewldanên hêzên Rûsyayê yên ji bo desteserkirina bajarên Sûmî, Lebedîn û Oxtyrka ku bi ser neketin, vê carê hewl dan bajarê Mariupol ê herêma Donetsk dorpêç bikin.

Ev der jî herêma Talakivka ya li başur rojhilatê welat.

Li vir dimenê şerekî dijwar yê rûdayî xuya dike.

Hêzên Donbassê doh ragihandibû ku wan ev herêm ji bin kontrola hikumeta Ûkrayna derxistiye.

Rûsya: Bajarê xerson ketiye bin kontrola me

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku heta niha 472 tank û wesayitên zirxî, 63 roketavêjên pirlûle, 206 top û 336 wesayîtên leşkerî yên taybet ên artêşa Ûkraynayê hatine bêkêrkirin.

Konaşenkov diyar kir burca televîzyonê ya li Kîevê hat bêkêrkirin.

Her wiha bajarê, Xerson hatiye kontrolkirin.

2 leyîstikvanên Ûkraynî hatin kuştin

Yekîtiya Navneteweyî ya Futbolîstên Profesyonel jî ragihand ku leyîstikvanên Ûkraynayê Vitalii Sapylo û Dmytro Martynenko di encama êrişên Rûsya de hatine kuştin.

Di vê navberê de, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê (OSCE) ji herêma Donetsk ê derketin.

Back to top button