Jimara kesên ji Ûkrayna koçber bûyîn 660,000 derbas kir

Şerê li Ûkrayan dijwar dibe û bi vê re, jimara kesên ji welat koçber dibin zêde dibin. Li Ûkraynayê di nava 6 rojan de 660 hezar kes koçber bûne. Di demekê ku welatên Ewropî deriyên xwe ji Ûkraynayan re vedikin, îdiayên danûstandinek cûda li dijî hemwelatiyên welatên sêyemîn di rojevê de ne.

Di dema ku êrişa Rûsyayê li Ûkraynayê dewam dike, hejmara kesên ku berê xwe didin welatên cîran her ku diçe zêde dibe.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 6 rojên derbasbûyî bêtirî 660 hezar kes koçberî welatên cîran bûne.

Di heman demê de nêzî mîlyonek kes neçar man li nava welat cihê xwe biguhertin.

Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) Şabîa Manto di civîna çapemeniyê ya li Cenevê de agahî parve kir.

Şabîa Manto îşaret bi wê yekê kir ku jimara penaberan pir bi lez zêde bûye û diyar kir ku gelek kes berê xwe didin Rûsya jî.

Li sînor bi deh hezaran koçber kom bûne

Rayedarê NY daxwaz ji hemû hikûmetan kir ku rê bidin welatiyên biyanî yên ku li Ûkraynayê dijîn û herwiha Ûkrayniyan derbasî welatê wan bibin.

Her wiha diyar kir ku heta niha hemû welatên cîran deriyên xwe ji penaberan re vekirî hiştine.

Polonya navnîşana yekem e ji bo kesên ku ji Ûkraynayê direvine.

Piştre Macaristan, Moldova, Romanya û Slovakya tên.

Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a NY destnîşan kir ku di têketina Romanyayê de rêz hene û penaber neçar man 20 saetan li bendê bin .

Mantoo diyar kir ku 60 kîlometre mesafeya navbera bajarê Odesa yê Ukraynayê û sînorê Moldovayê di 24 saetan da derbas dibe.

Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya girêdayî NY, nêzî 470 hezar hemwelatiyên welatê sêyemîn li Ûkraynayê dijîn.

Di nav de gelek xwendekar û xebatkarên zanîngehê jî hene.

Lê, dema ku welatên cîran ên Ewropî deriyên xwe ji Ûkrayniyan re vedikin, gilî hene ku mirovên bi eslê xwe Rojhilata Navîn an Afrîkî yên ku li Ûkraynayê dijîn bi rengek cûda nêzî wan dibin.

Polonya: ji 125 netewên cuda bi hezaran kes ji Ûkrayna derbasî welat bûne

Balyozê Polonyayê yê li NY Krzysztof Szczerski di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî de ev îdia wek “derew” û “îftîra” bi nav kir û got;

Tenê di 28’ê Sibatê de, ji 125 neteweyên cuda ji Ûkraynayê derbasî Polonyayê bûne.

Di nav wan de Ozbekistan, Nîjerya, Hindistan, Fasî hene.

Her wiha anî ziman ku welatiyên Efxanistan, Belarûs û Cezayîrê jî hene.

Balyozê Polonyayê diyar kir ku ji destpêka krîzê heta niha bi tevahî 300 hezar kes ji Ûkraynayê li welêt hatine qebûlkirin.

Back to top button