Çalakiya kon a li Mexmûrê bi dawî bû

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev demek bû li dijî dorpêça ku Hikûmeta Iraqê dixwest li ser wargehê ferz bike çalakiya konvedanê dabûn destpêkirin.

Îro bi daxuyaniyekê çalakî hat bidawîkirin û gelê wargehê ragihandin dê berxwedana xwe li dijî her cure êrişan bidomînin.

Di 27’ê Kanuna 2021’an de hêzên Iraqê xwestin Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê bi têlan dorpêç bikin.

Lê berxwedan û nerazîbûna şêniyên wargehê nehişt ku ev plana hêzên Iraqê pêk were.

Her wiha şêniyên wargehê li dijî hewldanên dorpêçkirinê di 1’ê Çileya 2022’an de konê çalakiyê vedan.

Îro bi daxuyaniyekê çalakî hat bidawîkirin.

Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Neşad Kara axivî û da zanîn ku şêniyên wargehê 28 sal in ji ber zilm û polîtîkayên înkarê a dewleta Tirk, li ser axa xwe koçberbûne.

Şêniyên wargeha panaberan a Mexmûr: Berxwedana me dê li hember dorpêç û êrişan dewam bike

Neşad Kara diyar kir ku di pêvajoya koçberiyê de her tim bi çewisandin, dorpêç û êrişan re rû bi rû mane û got:

“Di vê pêvajoyê de gelê wargehê li gorî zagonên navneteweyî tevgeriyan û ti metirsî li cihê ku lêne çênekirine.

Lê tevî wê jî Hikûmeta Herêmê her tim xwestiye derdora wargehê dorpêç bike û wargehê belav bike.”

Neşad Kara anî ziman hikûmeta Iraqê, li ser xwesteka PDK’ê û dewleta Tirk xwest dora wargehê têlbike, lê gelê wargehê destûr neda ku ev plan pêk were.

Neşad Kara destnîşan kir ku çalakiya wan gihişt armanca xwe û diyar kir ewê li dijî hewldanên dorpêçkirina kampê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Back to top button