Girtiyên nexweş nayên dermankirin, yên dema wan qediyaye nayên berdan

Li zîndanên dewleta Tirk zext û êşkence her diçe zêde dibe û rewşa girtiyên nexweş jî roj bi roj giran dibe. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, girtiyên ku dema wan qediyaye jî nayên berdan.

Malbatên girtiyan jî ku li dijî vê yekê di nava çalakiyan de ne dibêjin heta edalet pêk bê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li zîndanên dewleta Tirk zext û êşkenceya li ser girtiyan her diçe zêde dibe.

Girtiyên nexweş nayên dermankirin, û yên ku dema wan qediyaye jî nayên berdan.

Li dijî zext û binpêkirinên mafan li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin.

Girtiyê nexweş Ebdurrahîm Çetînkaya ku di nav lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, dema berdana wî tim tê taloqkirin.

Çetînkaya, di sala 2007’an de bi hincetên siyasî hatiye girtin.

Li gor daxuyaniyên ÎHD’ê, tim xwîn ji hin deverên Çetînkaya tên û ji ber kevir pê re heye nayê emeliyatkirin.

Li gorî agahiyên malbata wî ragihandine, kezeba wî jî xera bûye û nayê dermankirin.

Malbatên Girtiyan: Bila zarokên me bên dermankirin û berdan

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku nayên berdan, di roja 107’emîn a çalakiya xwe ya nobeta edaletê de li ber avahiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê hatin cem hev.

Hin parêzeran jî piştgirî da çalakiya malbatan.

Polisan destûr nedan nûnerên hin rêxistinên sivîl ku xwestin piştgirî bidin malbatan û tevlî çalakiyê bibin.

Dayika Ciwan Boltan yê girtî Nazîme Boltan, diyar kir ku ew edaletê dixwazin û û ji bo zarokên xwe li vir in.

Nazîmeyê got, “4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Em dixwazin zarokên xwe bibînin û bên berdan.”

Her wiha xizmên girtiyên din jî nerazîbûn nîşan dan û xwestin zarokên wan bên berdan û diyar kirin heta ku
edalet pêk bê ew ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.”

Medîne Kaymaz: Heta edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome

Medîne Kaymaz a 80 salî ku di Nobeda Edaletê ya li bajarê Îzmîrê de ye, anî ziman ku ew û zarokên xwe 30 sal in li ber xwe didin.

Kurê Medîne Kaymaz, Bayram Kaymaz 27 sal in di zîndanê de ye.

Bayram Kaymaz ê ku demeke dirêje nexweşe, dema li Girtîgeha Îzmîrê bû, ji ber ku bijîşk derziyeke “şaş” lêxistiye, ji navê berjêr jî felc bûye. Her wiha çavên wî jî xirab bûne.

Dayika Medîne Kaymaz, destnîşan kir ku kurê wê niha di Girtîgeha Tekirdagê, di hucreyekê de ye û ji ber vîrûsê herî dawî par ew dîtiye

Medîne Kaymaz, destnîşan kir ku Nobeda Edaletê li dijî bêedaletiyê dane destpêkirin û got: “Heya edalet pêk bê dê têkoşîna me bidome.”

Back to top button