Di 3’yê adara 2017’an de PDK’ê bi piştgirya dewleta Tirk êrişî Xanesor a Şengalê kir

Di 3’yê Adara 2017’an de, PDK’ê bi piştgiriya dewleta Tirk û komên xwe yên çete êrişî Xanesorê a Şengalê kirin.

Di encama vê êrişê de şervan, rojnamevan û sîvîl şehîd bûn

YBŞ’ê derbarê salvegera êrişê de daxuyaniyek weşand û got:

“Êriş plana dewleta Tirk bû û bi destê PDK’ê hat kirin.”

Li ser êrîşên ku li hemberî bajaroka Xanesorê ya Şengalê pêk hatin re 5 sal derbas bû.

Di 2’yê Adara 2017’an de di encama lihevkirina desthilata Dewleta Tirk, PDK’ê û Baxdayê de, komên çeteyên bi navê “Pêşmergeyên Roj” bi armanca dagirkirina Şengalê berê xwe dan bajaroka Xanesorê.

Di sibeha 3’yê Adarê de jî komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin.

Di encama êrişan de 4 şervanên YBŞ’ê, 2 gerilayên HPG’ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê, rojnamevan Nujiyan Erhan û Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewal a 20 salî şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.

YBŞ: Êrişa li Xanasorê plana dewleta Tirk bû û bi destê PDK’ê hat kirin

Têkildarî salvgera Qetlîama li Xanesorê Yekineyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê daxuniyek da.

YBŞ’ê şehîdên Xanesorê di 5’emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn û wiha got:

“Êrişa ku li ser Xanesorê hat kirin, planên dewletên dagirker bû û bi destê PDK çêbû.

Êrişa Xanesorê, piştî rizgarkirina Şengalê pêk hat.

Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî bingehî rêveberiya xwe ava kir.

Lê belê dagirkeran ev serkeftin tehemûl nekir û destê bi PDK’ê êriş kirin.

Êriş bi temamî bê tehemulî ya li beranberî vîna gel bû. ”

YBŞ’ê diyar kir îro jî li ser Şengalê gelek bazarî tên kirin û bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re.

Fermandariya YBŞ’ê wiha dewam kir got:

“Gelek caran gef û planên PDK’ê li ser vê erdnîgariyê tên kirin.

Tişta balkêş pişta xwe didin dewleta Tirk.

Ev dewlet di hemû dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengalê ye.

PDK baş dizane ku em weke civaka Êzîdî li beranberî dagirkeriya Tirk a Osmaniyan çiqas hesas in.

Lê dîsa jî ev hêz dest ji planên kirêt bernade. ”

YBŞ: Em ji her demê zêdetir amade ne ku gelê xwe ji êrişan biparêzin

YBŞ’ê di dawîyê de diyar kir ew ji her demê zêdetir amade ne ku gelê xwe ji êrişan biparêzin û got:

“Li dijî hemû cure êrişan em ê heya dawiyê li ser şopa şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de li ber xwe bidin û em ê xeyal û armancên wan pêk bînîn.”

Back to top button