Li Başûr û Rojava piştigiriya bi kampanyayê re mezin dibe

Li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya bi kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê roj bi roj zêde dibe. Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo û Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas di derbarê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji televizyona me re axivîn. Ebas û Gedo diyar kirin ku xistina PKK’ê di lîsteya terorê de razîkirina dewleta tirk a dagirker û armanc tune kirina gelê kurd bû.

Li başûr û rojavayê Kurdistanê di çarçoveya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de xebat dewam dike.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo û Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas di derbarê mijarê de ji televizyona me re axivîn.

Salih Gedo: Mayina PKK’ê di lîsteya terorê de wê bandora xwe li tevahiya herêmê bike

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar ku mayina PKK’ê di lîsteya terorê de wê bandora xwe ya neyênî li ser tevahiya herêmê bike.

Mihemed Ebas: PKK gelên herêmê diparêze û dagirker jî ji vê gavê ditirsin

Gerîla îro berevaniyê di ber gelên herêmê de dike.

Ev yek jî li hesabên dewletên dagirkerên kurdistanê nayê û, ji ber vê ye kê îro navê PKK’ê di lîsteya terorê de ye.

Back to top button