Li Şehbayê Meşek li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehbayê meşek lidarxist û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê meşek li dar xist.

Piştî meşê gel li pêşiya Şaredariya Gel a li gundê Til Sosin li hev kombûn û axaftin hatin kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û got:

“Îxaneta malbata Barzanî ji bav û kalên wan ve ta roja îro didome.

Li ser destê wan gelek şehîdên me yên ku îxanet û teslîmkarî qebûl nekirin, çêbûn.”

Hesen Birko bang li gelê Başûr Kurdistanê kir ku li dijî Barzannîyan dengê xwe bilind bikin.

Her wiha rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêmen jî got:

“Wê Kurd xiyanet û hevkariya Barzaniyan efû nekin.”

Back to top button