Çeteyên Dewleta Tirk li Efrînê 2 welatiyên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta ya Efrînê 2 welatî revandin. Îstixbaratên girêdayî hikumeta Şamê jî li Helebê 2 welatiyên Efrînî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk her 2 welatî bi hinceta ku di merasîma oxirkirina şehîdan de bi otobusên xwe, şênî birine goristana şehîdan, revandin.

Navên kesên hatîn revandin; Ebid Mihemed Cebo yê 56 salî û Ebdo Xelîl Hiso yê 47 salî ne.

Her du kesên hatîn revandin birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Li Helebê îstîxbarata Şamê du koçberên Efrînê revandin

hêzên hikumeta Şamê welatiyên koçber ên ji Efrînê li ser bendeke kontrolê a nêzî çerxerêya Lêremon, a bajarê Helebê revand.

Navê kesê hatîn revandin,Welîd Mihemed Tobal ê 30 salî û dayika wî Îmiş ji gundê Eltaniya yê navçeya Raco ya Efrînê ye.

Beriya niha hêzên hikumeta Şamê birayê Welîd, Şêro Mihemed Tobal bi hinceta ji bo leşkertiyê, revandibûn.

Heta niha aqûbeta kesên hatîn revandin ne diyar e.

Back to top button