Fermandara YPJ’ê Arzî Hesen: Pêwîstiya jinan bi tevgereke cîhanî heye

Ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen diyar kir ku pêdiviya jinan bi pergaleke yekgirtî heye ku tê de hemû jinên cîhanê di bin sîwanekê de kom bibin û li doz û rêbazên çareserkirinê bigerin. Arzî Hesen bang li jinên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr kir ku hevgirtî bin.

Ji dema ragihandina fermî ya YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de şervanên YPJ’ê berxwedanên lehengane li hember hemû şêweyên êrişên çeteyên DAIŞ’û dewleta Tirk a dagirker nîşan dan.

Bi berxwedana xwe ya lehengane YPJ veguherî sembola berxwedan û têkoşînê û bala hemû cîhanê bi ber xwe ve kişand.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye û tê de jin destkeftiyên xwe yên civakî, siyasî û aborî pîroz dikin.

Bi vê boneyê yek ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen qonaxên girîng ku YPJ’ê di parastina mafên jinan de û gavên avêtine, nirxandin.

Arzî Hesen hatina Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên ku di oxira bi destxistina mafên jinan de canê xwe daye pîroz kir.

Arzî da zanîn ku di vê rojê de jin dikarin hêza xwe kom bikin, stratejî û armancên sala bê deynin.

Fermandara YPJ’ê diyr kir ku desthilata pergala xwe ya hikumetê ava dike û şeklê dewletê xwe destpêkê di kesayeta jinê de diyar dike.

Arzî Hesen: Hêza jinan bi birêxistinbûna wan e

Arzî anî ziman ku hêza jinan bi birêxistinbûna wan e.

Têkildarî tişta ku di dema heyî de ji jinan tê xwestin Arzî ev tişt anî ziman:

Arzî Hesen: Divê em nebin amûrên di destê dewletê de

Fermandara YPJ’ê Arzî Hesen herî dawî got:

Divê em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin amûrên di destê dewletê.

Şehîdên jin ji hemû jinan re pêşenge û bi boneya 8`ê Adarê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.

Back to top button