Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca vexwendina Newroza Amedê serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir.
Parlamenterê HDP’ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên ji bo vexwendina partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Newroza Amedê berdewam dikin.
Şandeya HDP’ê di vê çarçoveyê de li Hewlêrê serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) kir.
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşier axivî û got: “Îro me bi armanca vexwendina ji bo pîrozbahiya Amedê serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir.
Wê serdanên me ya li gel partî û aliyên Başûrê Kurdistanê berdewam bike û em ê sibe serdana Silêmaniyê bikin.”
Wê şandeya HDP’ê îro li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê û hinek rêxistinên din jî bike.
Duh jî Şandeya HDP’ê li gel endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û Komela Dadgeriya Kurdistanê kir.