ŞEWATA LI TIL HEMÎSÊ JI ALIYÊ TÊMÎN AGIRKUJIYÊ VE HAT VEMIRANDIN

Tîmên agirkujiyê bi zehmetî agirê bi zeviyên çandiniyê li gundê Nayim ê rojhilatê navçeya Til Temîsê ket, vemirandin.

Li gundê Nayim ê bajarokê Ekaz ê girêdayî navçeya Til Hemîsê di seatên nîvro de agir bi sedan hektar ji zeviyên ceh ê cotkar Seûd El-Hemdo û genimê Mihemed Milhim El-Cerba ket.

Tîmên agirkujiyê, şaredariyên gel ên navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê bi hevkariya şêniyan bi zehmetî agir vemirandin,

Li gorî agahiyan beriya ku agir were vemirandin, bi sedan hêktar şewitîn.

Ji destpêka mewsimê çinînê ve, li gelek deverên herêma Cizîrê agir bi zevî dikev û sedemên wê nayê zanîn.

Çavdêr dibînin ku şaneyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker li pey van şewatan in.

Leave a Reply

Back to top button