Li Tirkiyê îro jî darbeyên li dijî îradeya gelê Kurd dewam dikin

Li Tirkiyê, beriya 28 salan weke îro li dijî partiya Kurd DEP darbeya siyasî hate kirin û cara ewil parlementiya parlementerên Kurd hatin betal kirin Di salvegera darbeyê de parlamenteriya Semra Guzel a HDP’î jî hate betal kirin. Têkildarî mijarê HDP’ê daxuyaniyek da û got, ruhê tarî yên salên 90’î ku îradeya gelê kurd weke “terorîst” pênase dikir, di roja me de jî dewam dike. Siyasetmedarên Kurd jî diyar kirin ku dema mijar dibin kurd, ti ferqa partiyên mûxalefet yên Tirkiyê ji hev namîne.

Li Tirkiyê, di Adara 1994’an de cara ewil li dijî parlamenterên Kurd yên partiya DEP’ê biryar hate girtin ku parlementeriya parlamenteran were rakirin.

Di encamê de parlamenterên DEP’ê hatin girtin û di Hezîrana 1994’an de jî DEP hat girtin.

Bi betalkirina parlementerên DEP’ê cara ewil bû ku darbeyek siyasî li Tirkiyê pêk dihat.

Piştî 28 salan îro jî darbeyên bi wî rengî li dijî Kurdan dewam dikin.

Duh jî Meclisa Tirk di salvegera darbeya 2’ê Adara 1994’an de parlementeriya Semra Guzel a HDP’ê betal kir.

HDP: Zîhniyeta salên 90’î ku Kurdan weke terorîst dibînin îro jî dewam dike

Têkildarî darbeya 2’yê adara 1994’an a li dijî DEP’ê û betalkirina parlementeriya Semra Guzel, HDP’ê daxuyaniyek da.

HDP’ê, diyar kir ruhê tarî yên salên 90’î ku îradeya gelê kurd weke “terorîst” pênase dikir, di roja me de jî dewam dike û wiha got:

“28 sal derbas bûn lê belê nêrîn û êrişên li hemberî gelê kurd û nûnerên wan ên siyasî qet neguherî.

Berevajî vê, hîn bêhtir bi dijminane û bi çavsorî êriş dikin û siyaseta demokratîk hedef digirin.

Di salvegera darbeya 2’yê Adarê de bi heman gotin û hincetan, parlementeriya Semra Guzel hat betalkirin. ”

HDP’ê anî ziman temamiya tiştên di nava 6 salên dawî de jî hatine kirin, nîşaneya bêçaretiya mekanîka darbeyê ye û got: “Erkdarkirina qeyûman, darbeya 4’ê mijdarê, dîlgirtina siyasetmedaran, betalkirina parlementeran û Doza Komplo ya Kobanê wê nikaribe darbekaran xelas bike.

Siyasetmedarên Kurd: Dema mijar Kurd be partiyên Tirkiyê hemû dibin yek

Tekildarî heman mijarê Siyasetmedarên Kurd jî axivîn û diyar kirin ku dema kurd dibin mijar tu ferqa partiyên mûxalefet yên Tirkiyê ji hev namîne.

Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik ê ku di darbeya 2’yê Adara 1994’an de parlamenterê DEP’ê bû anî ziman êdî gelê kurd nikarin vê yekê tehemûl bikin û got,

“Divê em yekîtiyeke mezin pêk bînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel a di Darbeya 4’ê Mijdarê de hat girtin jî got, “Darbeya siyasî ya dawî wê ti encam bi xwe re neyîne.

Yên bi ser bikevin wê jin, kurd û siyaseta demokratîk be.”

Back to top button