Li Kobanê û Qamişlo gul li saziyên jinan hat belavkirin

Têkildarî 8’ê Adarê çalakiyên din jî hebûn.
Li Kobanê smînerek hate dayîn, li navçeyên bajarê Qamişlo gul li endamên sazî û navendên jinan hat belavkirin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Koordînasyona Kongra Star dest bi çalakiyan li herêmê kiriye.

Têkildarî vê rojê Kongra Star bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê semînerek li akademiya Şehîd Viyan Amara ya bajarê Kobanê da.

Endama Nivîsgeha Jinan a Herêma Firatê Fîdan Şêx Ehmed semîner bi zimanê erebî da.

Fîdan Şêx Ehmed îşaret bi berxwedana dîrokî ya jinan û armanca Roja Jinan a Cîhanê kir.

Fîdan behsa têkoşîn û rola jinên Kurd kir.

Her wiha Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê, li endamên xwe yên li ser bendên kontrolê gul belav kirin.

Endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lîna Weyso El-Ehmed 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir û got:

“Em ê bi hemû hêza xwe, parastina civaka xwe bikin û rê li pêşiya dagirkirina herêmên xwe bigrin”

Bi heman armancê li Qamişloyê jî endamên Kongra Star li navçeya Çilaxa serdana hêzên leşkerî, birîndarên şer û malbatên şehîdan kir û gul li wan belav kir.

Endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Çinar Ehmed axivî û îşaret bi rola mezin a YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Jin di misogerkirina ewlehiya herêmê û parastina jinê de kir.

Her wiha endamên Kongra Star li navçeya Dêrikê jî serdana navendên YPJ`ê û Hêzên Parastina Civakî-Jin, ASAYÎŞ û Polîs Sutoro kir.

Jinan bi sloganên “Jin jiyan azadî” di nav endaman geriyan û spasname dan wan.

Endaman gul û şêranî li hev belav kirin.

Back to top button