Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revandin

Hovîtiya dewleta faşist li Efrîna dagirkirî bi dawî nabe ..Çeteyên dewleta tirk welatiyekî kurd ji Efrînê revand û li beramberî serbestberdana wî 20 hezar dolar fidye xwest.Îstixbaratên girêdayî hikumeta Şamê jî li Helebê 2 welatiyên Efrînî revandin

Li gor agahiyên ku ajansa Hewarê raghandin çeteyan welatiyê bi navê Mehmûd Eslan Seydo (40) ê ji gundê Ebîdanê yê navçeya Bilbilê revand.

Welatiyê revandî birin baregeha xwe ya li navenda Efrînê..

Li hember serbestberdanê 20 hezar dolar fidye xwestin.

Her wiha çeteyan dest danî ser erebeya wî.

Li aliyekî din Çeteyên dewleta Tirk her 2 welatî bi hinceta ku di merasîma oxirkirina şehîdan de bi otobusên xwe, şênî birine goristana şehîdan, revandin.

Navên kesên hatîn revandin; Ebid Mihemed Cebo yê 56 salî û Ebdo Xelîl Hiso yê 47 salî ne.

Li Helebê îstîxbarata Şamê du koçberên Efrînê revandin

Hêzên hikumeta Şamê welatiyên koçber ên ji Efrînê li Helebê revand.

Navê kesê hatîn revandin,Welîd Mihemed Tobal ê 30 salî û dayika wî Îmiş ji gundê Eltaniya yê navçeya Raco ya Efrînê ye.

Back to top button