Dirûnkar Edhem li Şêxmeqsûdê dest bi dirûtina cil û bergên Kurdî kiriye

Her sal vê demê, ji bo 8’ê Adarê û Cejna Newrozê amadekarî tên kirin.
Taybet dirûtina cil û bergên Kurdî.
Dirûnkarekî ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku vê demê taybet bi dirûtina cilên Kurdî ve mijûl e dibêje:
” Armanca min ji dirûtina van cilan ne qezenckirina pereyan lê belê parastina çanda kurdî ye.”

Ji niha ve hewaya 8’ê Adarê û Cejna Newrozê xuya dibe.

Xelk di nava tevgerê de ne û dest bi amadekariyan kirine.

Taybet cil û bergên Kurdî bi rengên cuda li hemû bazaran xuya dibin.

Weke her salê jinên Kurd bi çand û folklora xwe pêşwaziya 8’ê Adarê û Cejna Newrozê dikin.

Her deverek jî, bi cil û bergerên xwe ji yên din cuda ye.

Ji kesên ku taybet di vê demê de karê wan zêde dibe jî, dirûnkar in.

Yek ji wan Edhem Mihemed yê ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye.

Ew cilên kurdî didrû û niha werşeyeke wî ya biçûk a dirûtina cilên jinan li taxê heye.

Li ser armanca xwe ji vî karî Edhem Mihemed dibêje:

“Ez karê dirûtina cilên gelêrî dikin da ku mîrata kevnar ji windabûnê biparêzim.”

Jina bi navê Axîna Dil jî mîna gelek jinan dest bi amadekariyan kiriye.

Ew jî dibêje “Em ê Roja Jinan a Cîhanî bi cilên Kurdî pîroz bikin da ku çanda xwe ji helandinê biparêzin.

Back to top button