Xelîl Ebdî: Hêzên garantor naxwazin li herêmê aramî pêk were

Xelîl Ebdî ku ji endamên Meclisa Serokatiya MSD’ê ye dibêje:
“Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.
Hemwextî wê jî hêzên ku xwe garantor dibînin, naxwazin li herêmê aramî çêbibe.” 

Xelîl Ebdî anî ziman heta îro malên sivîlan bêserûber ji hêla dewleta Tirk ve û li pêş çavên Rûsya tên topbarankirin.

Ebdî eşkere kir ev jî hewldan in ku zextê li hêzên li herêmê bikin ku serî ji Rûsya re bitewînin û ji nû ve rejîma Sûriyê vegere herêmê.

Ebdî durûtiya Rûsya û DYA’yê jî rexne kir û got: “Hêzên xwe dibînin “garantor ” naxwazin herêm aram bibe.

Xelîl Ebdî piştrast kir MSD’ê pişta xwe nade tu kesî û bi hemû enerjiya xwe hewl dide parastina ewlehiya gel bike.

Dawiyê jî eşkere kir armanca wan ew e niha diyalogeke Sûrî pêk were, tê de hemû şêniyên herêmê li hev kom bibin û krîza Sûriyê bi dawî bikin.

Back to top button