Ji ber cezayên Aborî pergala aboriya Rûsya xisarek mezin dît

Welatên Rojavayî li ser daxwaza Amerîka û Yekîtiya Ewropa zext û ambargoyên xwe yên li ser Rûsyayê girantir dikin.

Wezîrên Karên derve yên Welatên Cîhanê di konseya Mafê Mirovan de li hev civiyan. Di cînê de 141 weletan bang li Rûsyayê kir ku li Ûkranyayê derkeve.

Wezîrê Karê derve yê Amerîkayê Antînio Bilînken daxwaz kir ku divê Rûsya di Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê de bê derxistin.

Wezîrê Rûsyayê Lavrov got. Rewşa cîhanê ber bi xirabûnê ve diçe û sedema wê jî Amerîka û Hevkarên wê ne.

Serokê Ûkranyayê Volodomîr Zelensky jî got divê Yekîtiya Ewropa êdî ispatbike ku bi gelên Ûkraniyayê re ye.

Artêşa Rûsya tevî hemû bang û nerazîbûnan jî pêşveçûna xwe didomîne, bi giranbûna şerve jî welatên Rojavayî bi pêşengtiya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê biryarên cezakirinê digrin.

Di encama vê ambargoyê de bi sedan şîrketê Rûsyayê zirar dîtin.

Endeksa borsaya moskovayê MOEX”ê ji sedî 33 ket, Rûbele li hemberî Dolarê Amerîkayê ji sedî 7 qîmetê xwe kêm kir.

Wezîrên Karên derve yên Welatên Cîhanê li Cenevê di Rûniştina 49’emîn a Konseya Mafê Mirovan de li hev civiyan.

Antony Blinken: Divê Rûsya di konseya mafê mirovan a Ewropayê de derkeve

Di rûniştinê de Wezîrê Karê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku di êrişan de sivîl tên armanc girtin.

Bilînken diyar kir ku wê weke Amerîka çekên giran weke mûşek, tangsavarr jî di nav de alîkariyek mezin a çekan bide Ûkranyayê

Blînken di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku divê Rûsya di Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê de bê derxistin.

Diviya bû wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî beşdarî rûniştinê biba. Lê ji ber ku YE qada hewayî ji balafirên Rûsyayê re girtine Lavrov nikarîbû di civînê de amade be.

Sergey Lavrov: Sedema vê şerê Amerîka û hevkarên wê ne

Lewma Lawrov bi vîdeokî ve beşdarî rûniştinê bû. Dema Lavrov dest bi axaftina xwe kirin beşdarî civînê salon terk kirin.

Wezîrê Rûsyayê Lavrov got. Rewşa cîhanê ber bi xirabûnê ve diçe û sedema wê jî Amerîka û Hevkarên wê ne.

Volodamir Zelensky: Divê ye êdî ispat bike ku bi Ûkranyayê re ye

Serokê Ûkranyayê Volodamîr Zelensky jî bi vîdo beşdar bû, dema dîmenê Zelensky li ser vîdeoyê xuya kir beşdervanên civînê li piya ji bo Zelensky çepikan xistin.

Zelensky spasiya beşdervanan kir û got divê Yekîtiya Ewropa êdî ispatbike ku bi gelên Ûkraniyayê re ye.

Piştî axaftinan pêşnûmeya ku daxwaz dike ku Rûsya li Ûkranyayê derkeve kete deng dayînê.

Deng dayîn beramberî 5 dengên na 35’ê bê alî bi erêkirina 141 dengan hate qebûl kirin.

Back to top button