Hêzên Natora Şehîd Akad li Til Temirê oxir kir

Bi sedan şêniyên asûrî yên Til Temirê, bi merasîmekê cenazeyên şehîd Akad ê Hêzên Natora yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir. şervan Akd di dema li ser erka xwe ya leşkerî de bû şehîd bûbû.

Bi sedan asûriyên Til Temirê , Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên û MNK’ê tevlî merasîmê bûn ..

Welatiyan cenazeyê şehîd Akad ji pêş dêra El-Qedîse ya li Til Temirê wergirt..

Bi karwaneke bi dehan erebeyan ber bi gundê Um Xerqan ê li rojavayê Hesekê ve ketin rê.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr ,Fermandariya Hêzên Natore ,Fermandariya Hêzên MNK’ê axavtin hatin kirin ..

Di axavtinan de bal hat kişandin li ser fedekariya şehîdan ..

Her wiha diyar kirin ku Em bi şehîdê xwe serbilind in û soza şopandina armancên wan didin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Cenazeyê şehîd li gundê wî hate oxirkirin.

Back to top button