HPG: Li Metîna 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û çeperek hat rûxandin

Gerîlayên azadiyê li herêma Metîna a Başûrê Kurdistanê li hêzên dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û çepereke dagirkeran jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir hêzên gerîla di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ de li Metînayê çalakiyek kirin û ev agahî hat parvekirin;

“2’ê Adarê hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê dan.

Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hate rûxandin, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”

HPG’ê destnîşankir êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê ragihand di navbera 23’ê Sibatê û 2’yê Adarê de gelek qadên girêdayî herêmên Metîna, Zap, Xakurkê û Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran hatine bombebarankirin.

Back to top button