Li Hesekê 2 şehîd hatin oxirkirin

Li bajarê Hesekê 2 şehîd li goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin oxirkirin, her wiha 2 şehîd jî hatin bi bîr anîn. Li Qamişlo jî welatiyan sersaxî ji malbata Şehîd Ehmed Elî re xwestin.

Îro jî merasîmên oxirkirina şehîdan li herêmê hebûn.

Li Hesekê şervanê QSD’ê Ebdulmecîd Îbrahîm (Rustem Bexwedan)) û endamê Asayîşê Ehmed Xedban ên di êrişên hêzên hikumeta Şamê de li Til Temirê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Li goristanê merasimeke leşkerî hat lidarxistin.

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El-Salih axivî û got:

“Şehîd rêya azadiyê ronî dikin.

Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heta ku bighêjin azadî û demokrasiyê.”

Her wiha yek ji fermandarên Meclisa Leşkerê ya Til Temirê Çîçek Zagros axivî û da zanîn ku bi saya fedakariyên Şehîdan şoreşa rojava hat parastin.

Piştre nasnameya şehîdan hate xwend û radestî malbatên kirin.

Di merasîmê de nasnameyê şervanê QSD’ê Mahir Xilêf- Masîro Hesekê û şervanê Asayîşê Elawî Ebdo ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûn hate eşkere kirin.

Di dawiyê de cenazeyê her du Şehîdan bi karwanekî ber bi Til Temirê ve hate şandin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Elî re xwestin

Şehîd Ehmed Elî 10’ê Sibatê di encama qezayekê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Cûdî li Qamişlo hatiye vedan.

Îro bi sedan ji endamên saziyên sivîl li gel şêniyan berê xwe dan kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Endamê PYD’ê Ebdurehman Hemûd li bin kon axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Bi saya fedakarî û berxwedana şehîdên me, hemû planên artêşa Tirk têk çûn.”

Her wiha ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî-Jin Nece Mûsa behsa dayikên şehîdan a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Jin di oxira parastina destkeftiyên herêmê û mîsogerkirina serkeftinê tê koşiyan.

Back to top button