Li dijî DÎAYDER’ê ku melayên wê ji bo weazên Kurdî hatibûn girtin doz hate vekirin

Li Tirkiyê dijmanahiya li dijî Kurdan bi her awayî didome. Beriya niha gelek melayên Kurd, ji ber kurdî weaz dabûn, hatibûn girtin. Niha jî Dewleta Tirk a faşîst li dijî DÎAYDER’ê ji bo were girtin doz vekir.

Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmeha 2021’ê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin.

Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Sedema vê yekê jî weazdayîna meleyan a bi Kurdî hatibû destnîşankirin.

Dewleta Tirk vê carê jî bi daxwaza girtina DÎAYDER’ê doz vekir.

Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakî û daxuyaniyên DÎAYDER’ê weke sûc hesiband.

Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Tirk bajarê Stenbolê, îdia kir ku komele li derveyî armancên xwe tevgeriya ye.

Dozger, di doznameyê de diyar kir ku rêveberên DÎAYDER’ê di kovara “Ronahî” de nivîs weşandine û îdia kir ku bi van nivîsan re jî “gel ji bo serhildanê sor kirine.”

Herwiha Dozger, di doznameyê de daxwaza DÎAYDAR’ê yê ji bo sekinandina operasyonên Tirkiyê yên li dijî Rojava jî weke sûc nîşan daye.

Dozger, bal kişand ser du dozên derheqê endam û rêveberên DÎAYDER’ê de û sedemên di îdianameyê de jî weke sedema vekirina dozê nîşan dan.

Dozger, îdia kir ku DÎAYDER di çarçoveya armancên PKK û KCK’ê de tevdigere û xwest ku çalakiyên DÎAYDER’ê bên girtin.

Back to top button