Malbatên girtiyan: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolîne bikin

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş her diçe xirab dibe û girtiyên ku dema wan jî qediyaye nayên berdan. Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan yên li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî dewam dikin. Malbatan banga şandeyên serbixwe kirin ku rewşa li girtîgehan bişopînin û gotin, “Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve”

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ya bi daxwaza dermankirin û berdana wan li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didomin.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş a li Amedê di roja 108’an de ye.

Malbatan îro li ber Dadgeha Amedê nobed girtin û daxuyanî dan.

Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, OHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdariya endamên Komeleya Jinan a Rosayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di çalakiyê de axivî û got,

“Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji zîndanan derkevin. ”

Herwiha Reşahat Ada xwest zext û tundiya li girtîgehan were bidawîkirin.

Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî diyar kir ku 108 roj in “edaletê” daxwaz dikin û got:

“Em dixwazin şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolînê bikin.”

Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan jî da zanîn ku tenê daxwaza wan “edalet” e û diyar kir zarokên wan nexweşin û li ber mirinê ne.

“Heta Birêz Ocalan azad nebe dê zextên li girtîgehan jî bi dawî nebin”

Malbatên girtiyan ên li Wan û Îzmîrê jî Nobeda Edaletê didomînin xwestin her kes li dijî zextên li ser girtiyan dengê xwe derxe.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê di roja 81’emîn de dewam kir.

Îro xebatkarên Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê serdana nobedê kirin.

Xebatkarê ARSÎSA’yê Cemîl Arman di nobedê de axivî û banga azadiya Rêber Apo û girtiyan kir.

Arman got, “Heta birêz Ocalan negihîje azadiya xwe dê zextên li girtîgehan jî bi dawî nebin.

Welatiyê bi navê Emîne Demîragaç jî ku lawê wê girtî ye, diyar kir ew dixwazin êdî deriyê girtîgehan were vekirin.

Dayika Aştiyê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkevin

Nobeda malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê jî di roja 15’an de ye.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Dayika Aştiyê Rahîme Tûran serdana nobedê kirin.

Fehîme Poyraz anî ziman ku ew ê di 8’ê Adarê de ji bo hemû jinên hatine qetilkirin û jinên li girtîgehan dîl hatine girtin edaletê bixwazin.

Dayika Aştiyê Rahîme Tûran jî axivî û banga piştgiriyê a xwedîderketina girtiyan li her kesî kir.

Back to top button