Zelensky rewşa li welat ya nava hefteyekê de nirxand

Serokomarê Ûkrayna Zelensky şerê 7 rojên despêkê nirxand û got: Ew ê leşkerên Rûsya ticarî li Ûkrayna rehet nebin û rojek wan wê di nava bêdengiyê de derbas nabe. Zelensky ragihand ku 16 hezar xwebexşên ji cîhanê ku wê ji bo Ûkrayna şer bikin nêzî welat bûne.

Êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna hefteyek li pey xwe hişt.

Gel û artêşa Ûkrayna li dijî vê êrişê hewil dide li ber xwe bide.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky jî li nava paytext Kîevê bi domdarî peyamê dide gel û hewil dide berxwedanê zindî bihêle.

Volodymyr Zelensky têkildarî 7 rojên despêkê yên ji êrişa Rûsya nirxandin kir.

Zelensky: Gelê me plana salan di nava hefteyekê de xera kir

Zelensky diyar kir ku gelê Ûkraynayê li dijî êrîşên Rûsyayê berxwedaneke mezin nîşan da û got,

“Yê ku plana salan di nava hefteyekê de xera kir, gelê me ye.”

Serokomarê Ûkrayna anî ziman ku gelê Ûkraynayê di van berxwedanan de jiyana xwe xistiye xeterê û ev tişt anî ziman: “Berxwedana gelê me gelekî xeternak e, lê heta ku ji destê me tê em parastinê dikin.

We hemûyan dîmenê ji Melîtopolê temaşe kir.

Hûn Ûkraynî we li dijî leşkerên Rûsya yên ku wê demkî li bajar bin çalakî pêk anî.”

Zelensky ji ber helwesta civata giştî ya NY spasiya wan kir

Volodymyr Zelensky bi bîr xist ku pêşnûmeya şermezarkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin.

Zelensky ji ber vê yekê spasiya civatê kir û ji bo welatên piştevaniya Rûsya kirin jî got;

Ewê Rûsya ji van zêdetir, nekare welatan li derdora xwe kom bike.

Zelensky: li vir aramî çênabe

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky anî ziman ku artêşa Rûsya nikare bigihêje armanca xwe û got,

“Ûkraynayî! Divê her dagirker bizane ku wê nikaribin ji vir tiştekî bi dest bixin, nikaribin ti cihî bi dest bixin.

Li vir aramî çênabe, xwarina wan li vir tune, ew ê li vir kêliyek wan jî bêdeng derbas nebe.

Dagirker wê ji Ûkraynayan tenê tiştekê bistînin, ew jî berteka tund e.”

Zelensky: 16,000 hezar xwebexş ji bo li dijî Rûsya şer bikin nêzî welat bûne

Volodymyr Zelensky beriya niha ragihandibû ku kesên xwebexş ku bixwazin werin ji bo Ûkrayna li dijî Rûsya şer bikin wê çekan bidin wan.

Zelensky di daxuyaniya xwe ya dawiyê de li ser vê yekê jî agahî da û got:

16 hezar xwebexşên biyanî ji bo piştevaniya Ûkrayna kêmek maye bigihêjin welat.

Di rojên despêkê yên şer de, komên rastgirên li Amerîka jî ji bo piştevaniya Ûkrayna daxuyanî dabûn.

Back to top button