REUTERS: WÊ EMERÎKA PERWERDEYA FIROKKERÊN TIRK A F-35 RAWESTÎNE

Berî çend mehan ji bo pergala S-400 a Rûsî nakokî navbera du hevkarên NATOyê de rû da.
Her çi qas Amerîka hişyariyê dide Tirkiyê da ji kirîna vê pergalê vegere, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.
Aniha jî Waşinton bi rêbazekî din difikire.

Li gorî ajansa Reutersê, Amerîka wê perwerdeya firokkerên Tirk a ji bo balafirên F-35 ên Amerîkî rawestîne.

Du çavkaniyên ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin got:

Amerîka vê yekê lêkolîn dike, lê biryara dawî hîn nehatiye standin.

Li gorî tiştê heyî, Tirkiyê li ser kirîna S-400 bi israr e.

Rojnameya Tirkî ya bi navê Yeni Şafak ragihand ku Enqere wê 4 betarî û 144 fûzeyên S-400 werbigire.

Li gorî rojnameyê, heta niha wezareta parastinê cihê wan diyar nekiriye.

Wezîrê parastinê yê Tirkî Hulusî Akar di 22ê Gulanê de jî gotibû:

Leşkerên Tirk li Rûsyayê perwerdeya bikaranîna fûzeyên S-400 dibînin û dibe hinek leşkerên Rûs werin Tirkiyê.

Amerîka jî berî niha hişyar kiribû ku nabe Enqere S-400 bistîne û di heman demê de di bernameya F-35 de bimîne.

Li ser vê jî Tirkiyê dibêje Amerîka ti hişyarî nedaye wan.

Leave a Reply

Back to top button