Kîev di nava toz û metirsiya Rûsya de maye

Êrişa Rûsyayê a li ser Ûkraynayê di roja 8’an de ye. Hêzên Rûs gav bi gav nêzî paytext Kîevê girtine Li bakur, başûr û rojhilatê welat şerekî dijwar heye. Di êrişa hêzên Rûsya li ser Xarkivê de, 8 sivîl hatin kuştin. NY jî bîlançoya 6 rojên despêkê yên şer eşkere kir û got, Heta niha 227 sivîl hatine kuştin. Rûsya dibêje wan bêtirî 1,600 avahiyên leşkerî yên Ûkrayna rûxandine, Kîev jî dibêje nêzî 9 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Leşkerên Rûsya bi sewqiyata leşkerî ya ku ber bi Kîevê ve bi pêş dikeve, li welat bûye sedema metirsiya herî mezin.

Ev der paytexta Ûkrayna Kîev e.

Li vir dengê sîrenan qet kêm nabe.

Li derdora Kîevê amadekariyên şerekî mezin tê kirin

Li nava paytextê barîkat hatine danîn û ji bo şerekî li dijî artêşa Rûsya amadekariyên dawî tên kirin.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê Oleksandr Syrsky(Oleksander Sîriskî) ku ji ewlekariya paytextê berpirsyare serdana eniyên pêş kir.

Syrsky li wir bi fermandarên herêmê re civiya û li ser rewşa dawî agahî girt.

Li navçeya Brovary ya herêma Kîevê heman amadekarî heye.

Komeke leşkerên Ûkraynî li vir jî çeperên xwe çêdikin û li benda hêzên Rûsî ne.

Ev der jî gundê Pischevik(Pîşîvîk) ê herêma Donetsk e.

Ev gund 1’ê Adarê ji aliyê hêzên Rûsî ve hate kontrolkirin.

Li herêmê ji derveyî leşkeran kes xuya nake.

Ûkrayna: Li Xarkiv 8 sivîl hatin kuştin

Êrişên Rûsya di roja 8’an de jî didome.

Di êrîşa hewayî ya artêşa Rûsyayê ya li ser bajarê Îzyûm ê eyaleta Xarkiv a Ûkraynayê de 2 jê zarok 8 sivîl hatine kuştin.

Alîkarê Şaredarê Îzyumê Volodymyr Matsokin li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşa hewayî ya hêzên Rûsyayê li bajêr wêraniyeke mezin çêbûye.

Li ser medyaya civakî dîmenên ku piştî êrîşa li Îzyumê wêraniya bajêr eşkere dikin hatin parvekirin.

NY: Di nava 6 rojan de 227 sivîl hatine kuştin

Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê bîlançoya ji 24’ê Sibat heta 1’ê Adarê ya derbarê rewşa sivîlan de eşkere kir.

Li gorî vê, di şer de 227 sivîl hatine kuştin û 525 jî birîndar bûne.

Komseriyê diyar kir ku piraniya van sivîlan di encama êrişa biçekên giran de pêk hatiye.

Komseriyê anî ziman ku ew bawer dikin jimara rastî ji vê yekê pir zêdetire.

Rûsya: 1,612 avahiyên binesaziya leşkerî yên Ûkrayna hatin têkbirin

Di vê navberê de, Rûsya jî bîlançoya dawî ya derbarê rewşê de parve kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li Ûkraynayê dewam dike û dorpêça li derdora bajarê Mariupolê her ku diçe tengtir dibe.

Konaşenkov îdia kir ku heta niha 1,612 bingehên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin.

Wezaretê cara yekem eşekre kir ku di şerê 7 rojên derbasbûyî de, 498 leşkerên wan hatine kuştin û 1,597 jî birîndar bûne.

Her wiha rayedarên Ûkraynî piştrast kirin ku bajarê mezin ê li başûr Xerson ketiye destê Rûsyayê.

Zelensky: Di nava 7 rojan de, nêzî 9.000 leşekrên Rûsya hatine kuştin

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky jî careke din derket pêşiya çapemeniyê û bîlançoya kuştiyên Rûsya eşker ekir.

Zelensky got, di nava 7 rojên despêkê ya şerê li dijî Rûsya de nêzî 9 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

 

Back to top button