Bi sedhezaran Ûkraynî li ser rêya derketina ji welatin

Her ku êrişên Rûsya li dijî Ûkrayna dijwar dibe, jimar koçberan jî zêde dibe. Bi sedhezaran Ûkraynî li ser rêya sînorê welatên cîranin. NY got, heta niha bêtirî milyonek Ûkraynî koçber bûne. Welatiyên Misir û Ûrdinê yên ji Ûkrayna xwe gihandibûn Romanya ji wir jî gihiştin welatê xwe. Di vê navberê de, çalakiyên bo piştevaniya Ûkrayna li parzemîna Ewropa û Amerîka didomin.

Bi milyonan Ûkraynî berê xwe li sînorê welatin.

Êrişên Rûsya yên ketûber, metirsiya li ser jiyana welatiyan hîn zêdetir dike.

Ji ber wê rêyên dirêj yên ji karwanên Ûkrayniyên ku berê xwe didin welatên cîran tê xuyakirin.

Heta niha nêzî 80 hezar kesî di ser Moldova re ji welat derketine.

Li Romanya jî rêxistinên alîkariyê hewil didin bi koçberên Ûkraynî re bibin alîkar.

181 Welatiyên Misirî yên ji Ûkrayna derketîn gihiştin welat

Di vê navberê de, 181 welatiyên Misirê ku piraniya wan xwendevan bûn, piştî derbasî Romanya bûn, ji wir jî berê xwe dan welat.

Balafir li patexta Misir Qahîrê daket.

Kesên ku ji ber şerê li Ûkrayna ji welat derketîn, hîna jî metirsî li ser rûyê wan hebûn.

65 Welatiyên Ûrdinê gihiştin paytext Ummanê

Ji Romanyayê 65 welatiyên Ûrdinê jî bi rêya balafirê gihiştin welatê xwe.

NY: Milyonek Ûkraynî koçberî welatên cîran bûne

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) têkildarî krîza penaberan a li Ûkraynayê daneyên ji çavkaniyên cuda wergirtî parve kir.

Li gorî vê yekê, di nava 7 rojên despêkê yên şer de, bêtirî milyonek koçber ji Ûkrayna derketine

Ji nîvê wan zêdetir li Polonya bicih bûne.

Komseriyê hişyarî da ku eger rewş li Ûkraynayê zêdetir bibe, dibe ku heta 4 milyon sivîl ji welêt birevin.

Li Amerîka û Ewropa çalakiyên piştevaniya bo Ûkrayna pêk hatin

Li aliyekî din li parzemîna Ewropa û Amerîka çalekiyên bo piştevaniya Ûkrayna didomin.

Li bajarê Munih ê Almanya bi hezaran dijberên şer ji bo Ûkrayna li qadan bûn.

Li Brîtanya jî heman piştevanî hebû.

Li Londonê bi hezaran kes di saetên şevê de kom bûn û bi hildana ala Ûkrayna piştevaniya xwe diyar kirin.

Ev der jî bajarê Sao Paulo yê Brazîlya ye.

Li vir jî hêrsek zêde ya li dijî êrişa Rûsya ya ser Ûkrayna hebû.

Back to top button