Civîna salane ya Şaredariya Binarê Qendîlê li dar ket

Vê êvarê Şaredariya Binarê Qendîlê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de xebatên sala borî hatin nirxandin, ji bo dema pêş jî biryara pêkanîna gelek projeyên xizmetguzariyê hat dayîn.

Derbarê civîna şaredariyê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku civîn bi amadebûna tevahî endamên meclîsa şaredariyê pêk hat.

Mihemed Hesen da zanîn di civînê de biryar li ser pêkanîna gelek projeyên xizmetguzariyê yên ji bo gundên Binarê Qendîlê hat dayîn.

Her wiha destnîşan kir ku di civînê de biryar hat girtin ku heftemîn konferansa şaredariya Binarê Qendîlê di meha 12’an a 2022’an de were li darxistin.

Back to top button