Li navçeya Ranyayê ji bo 8’ê Adarê Nêrgiz li jinan hatin belavkirin

Li bakur û başûrê Kurdistanê jî çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin.
Li başûrê Kurdistanê jinan banga tevlîbûna çalakiyan kir. Jinên Êzidî jî dan zanîn ku ewê di 8’ê Adarê de daxwaza azadiya rêbe APO bikin. Her wiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin.

Li seranserî cîhanê xebatên jinan ê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî dewam dikin.

Bi boneya 8’ê Adarê RJAK’ê li navçeya Ranyayê gulên nêrgiz li jinan de belav kirin û wan vexwendin şahiya ji bo 8’ê Adarê.

”Wê li Berdeqereman bi şahiyekê 8’ê Adarê were pîrozkirin”

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) wê sibe jî bi dirûşmeya, “Bi ruhê 8’ê Adarê em ê dagirkerî û nokeriyê bişkênîn û azadiya jinê misoger bikin” li qada Berdeqehreman a Silêmaniyê şahiyekê organîze bike.

Endama Komîtiya Amadekar a Çalakiyên 8’ê Adarê Jîno Reşîd derbarê çalakiyê de axivî û got:

Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî şahiya di 4’ê Adarê de bê li darxistin de bibin..

Jinên Êzidî: Em ê di 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêber Apo bikin

Jinên êzidî ku li Şengalê dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kirine nerînên xwe anî ziman.

Endama Meclisa TAJÊ Emşê Reşo anî ziman ku pêdiviya jinan bi berxwedanê heye û ew jinên ezidî wê her rojekî vegûherînin 8’ê Adarê.

Endama TAJÊ Neam Şengalî jî diyar kir ku bi saya tekoşina ku jinan da, jina Êzidî zana bûne û li berxwe didin.

Dewreyek perwerdê derbarê xebatên jineolojî da jinan

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Başûrê Kurdistanê dewreyek perwerdê ji bo jinan vekirin, armanca vê dewrê hîn zêdetir danasîna jineolojiyê û bi hev re karkirina rêxistinên jin û çalakvanan e.

Dewreya ku 27’ê Sibatê destpê kir wê heta 5’ê Adarê dewam bike.

Li Silêmaniyê ji bo jinên astengdar pêşengehek hat vekirin

Li Silêmaniyê 10 jinên astengdar pêşangehek a berhemên dest ên weke cilêbergên Kurdî û tiştên xweşik ên jinan vekirin.

Pêşange ji aliyê Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Wê pêşangeh sê rojan dewam bike.

”Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê newrozê geş bikin”

Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî çalakî û şahî tên lidarxistin.

Jinan li navçeya Payîzavaya Wanê hevdîtin li dar xistin.

Her wiha li bajarên Edene, Amed, Colemêrg, Mêrsîn, Antalyayê jî şahî hatin darxistin û daxuyanî hatin dayîn û banga beşdariya mitîngên 8’ê Adarê kirin.

Jinên Dersim, Hezex û Silopiyê ji bo 8’ê Adarê li qadan in

Şaredariya Silopiyê, bi boneya 8’ê Adarê bernameya taştê li dar xistin, jinan di taştê de bal kişandin ser çalakiyên 8’ê Adarê.

Jinan li navçeya Hezexê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û daxwaz kirin ku jinên girtî bên berdan.

Jinan çîrokên jinên girtî xwendin.

Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin.

Li Riha û Êlihê jinan di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê şahî li darxistin

Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê jî bi heman armancê li navçeya Xelfetî şahî li darxistin.

Parlamenter Ayşe Surucu di şahiyê de axivî û balkişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo.

Aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek jin di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de serdana goristanan kirin.

Jin piste re ji çûn bazara taxa Cûdiyê û banga beşdariya mitînga 8’ê Adarê kirin.

Back to top button