8’ê Adarê..Li gelek deveran çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin

Li deverên din jî çalakî hebûn. Jinan gelek çalakiyên cihê reng li darxistin û serdana saziyan hat kirin.

Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji 23’yê Sibatê ve jinan dest bi çalakiyan li herêmê kiriye.

Îro endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û endamên saziyên sivîl li navçeyê Dirbêsiyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de serdana bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li navçeyê kir.

Jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin û kulîlk diyarî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Jinên koçber ên kampa Girê Spî jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li kampê 150 dar çandin.

Bi dehan jinên koçber û mamosteyên Dibistana Navîn a Şehîd Raba Xelîl beşdarî çandina daran bûn.

Li Helebê jî bi heman armancê Kongra Star bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe biparêzin civînek ji jinên taxa Şêx Meqsûd re çêkir.

Di civînê de endama rêveber a Kongra Star Sîham Bîlal axivî û bal kişand li ser roja 8’ê Adarê û wiha got:

“Hemû gavên serkeftinê ku em bidest dixin bi saya şehîdê me ne yên ku di oxira rêya rast de canê xwe feda kirin.

Ji bo bidestxistina mafê jinê pêwîste hemû jin xwe bi rêxistin bikin.

Sîham Bîlal axaftinên rêber APO bibîrxist û wiha anî ziman:

Piştî axaftinan sîvîzyonek li ser jiyana gerîla hate nîşandan û diyarî li dayikên gerîla hat belavkirin.

Her wiha li Qamişlo jî gul û şêranî li ser bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate belav kirin.

Li navçeya Girkê Legê jî Kongra Star serdana sazî û navendên navçeyê kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir.

Bi heman armancê li Dêrikê Kongra Star diyarî li dayik û hevjînên şehîdan belav kir.

Li navçeya Çil Axa jî gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat belavkirin û dar hatin çandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Tebqayê jî şahiyek bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê lidarxist.

Back to top button