Li Silêmaniyê li dijî nedana madeyên Sotemeniyê xelkê nerazîbûn nîşan da

Şêniyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji ber nedana madeyên sotemeniyê, daketin kolanan û nerazîbûn nîşan da. 

Sê roj bûn li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xelk li benda wergirtina madeyên sotemeniyê bûn.

Duh jî li bendê man, lê dîsa nehat belavkirin.

Ji ber vê, xelkê bi qasî nîv se’etê rêya sereke ya Silêmanî-Kerkûk li çûnûhatinê girtin.

Piştî rê hat girtin, qeymeqamê navçeya Çemçemalê ji gel re soz da wê îro madeyên sotemeniyê belav bikin.

Li ser vê yekê xelkê rê vekir û dawî li çalakiya xwe anîn.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed dibêje: “Ev çar sal in karta wergirtina neftê bi wan hatiye dayîn, lê heta niha yek lître neft wernegirtine.”

Back to top button