Çareseriya herî guncav a ji bo aloziya Sûriyê, rêveberiya xweser e

Xwepêşandanên li Siwêdayê yên li dijî Hikûmeta Şamê didomin.

Şêniyên Siwêdayê her roja înê li parêzgehê xwepêşandanan lidardixin û banga başkirina rewşa siyasî, aborî, jiyanî û xizmetguzarî dikin.

Têkildarî mijarê yek jî çalakvanê siyasî û parêzer Adil El-Hadî ji ajansa hawarê re axivî.

Adil El-Hadî got:

“Rewşa siyasî, ewlehî û aborî li herêmên hikumeta Şamê êdî nema tê tehmulkirin û destnîşan kir ku tevî gefên hikumetê yên li dijî xwepêşandanên li Siwêdayê wê xwepêşandan dewam bikin. “

El-Hadî diyar kir kû hikûmeta Şamê dewsa gûh bide daxwazên gel, dixwaze pirsgirêkê bi rêbazê leşkerî çareser bike.

Adil El Hadî ji bo çareseriyê jî ev daxwaz kir:

“Baştirîn çareseriyên ku niha hate pêşkêşkirin veguherandina ber bi nenavendbûneke berfireh û rêveberiya herêmî ya xweser ve ye.

Ev yek ne dûrî armancên qanûna rêveberiya herêmî ya heyî ne ku hin guhertin di madeyên wê de werin çêkirin.

Ev yek derfetê vedike ku Sûrî ji aliyê siyasî, aborî û civakî de pêş bikeve.”

Back to top button