Li Şedadê di çarçoveya kampanyayê de 29 hezar 500 îmze hate komkirin

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi piştgiriyeke xurt dewam dike. Li navçeya Şedadê 29 hezar û 500 îmze hatin kom kir. Şêniyên Dêra Zorê jî diyar kirin ku derxistina navê PKK’ê ji lîstaya terorê bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Kampanya îmzeyan a ku ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘Lîsta Terorê’ hatî destpêkirin her diçe li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin dibe.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkirin û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de encama pêngava li navçeya Şedadê hate eşkere kirin.

Hate ragihandin ku nivîsgeha PYD’ê ya navçeya Şedadê 29 hezar û 500 îmze kom kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Emê li navçeya Şedadê ji bo derxistina vê tevgera mezin ji ‘lîsteya terorê’ têkoşînê, çalakî û komkirina îmzeyan dewam bikin.”

Di dawiyê de bang li YE û DYA’yê hate kirin ku navê PKK`ê ji vê lîsteyê rakin û got, “Ji bo ewlehî û aramiya gelan PKK’ê gelek berdêl dane.

Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji bo kampanyayê diomînin

Her wiha piştgiriya şêniyên Dêra Zorê ya bi kampanyayê re zêde dibe.

Hevserokê Meclisa Rojhilat a bajarokê Hecînê, Hemûd El-Merkaz diyar kir ku xistina PKK’ê di “lîsteya terorê” de dijmirovahiyê ye û got:

“PKK’ê kiryarên texrîbî nekiriye û li dijî pergal û qanûnan ranebûye. Em gelên azadîxwaz xistina PKK’ê nava vê lîsteyê de qebûl nakin.”

Hemûd El-Merkaz da zanîn ku PKK’ê ji bo mafên xwe yên rawa û ji bo hemû pêkhateyan têdikoşe û got:

“PKK’ê li herêmê şerê terorê kir û bi hezaran şehîd dan da ku herêmê ji lepên terora ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, rizgar bike.”

Hevserokê Meclisa Ciwanan Hatim El-Kihêlet jî derbarê mijarê de got:

“Di tecrubeyên me yên salên borî de ji bilî PKK’ê û rêber Ocalan, em ji tu welatên desthilatdar projeyek wekhevî û biratiya gelan nabînin.”

Hatim El-Kihêlet diyar kir welatên ku navê PKK’ê xistine “lîsteya terorê” hewl didin nasnameya gelên ku azadiyê dixwazin û koletiyê red dikin, ji holê rakin.”

Di dawiyê de El-Merkaz û El-Kihêlet bang li rêxistinên mafên mirovan û welatên Ewropayê kirin ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxînin.

Back to top button