Şehîdên Xanesorê bi merasîmeke hatin bibîranîn

Piştî êrişa DAIŞ’ê a sala 2014’an, 3’ê Adara 2017’an çeteyên bi navê Roj yên bi ser PDK’ê êrîşî Xanesora Şengalê kirin.Di encama êrîşê de 10 kes şehîd bûn. Doh li Şengalê bi meresimekî girseyî şehîdên Xaneserê hatin bîranîn.

Di bîranînê de tevahî sazî û dezgehên civaka Êzidî amade bûn.

Di meresima bîranînê de axaftin hatin kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayika Şehîd Şoreş, Meyan axivî.

Dayê Meyan bal kişand li ser bêbextiya PDK’ê ya li dijî civaka Êzidî û wiha got:

“Hêzên ku em di fermanê de neparastin û pişta xwe dan me tu carê nikare me biparêze.

Ji derveyî Rêber Apo kesek ji bo Êzidiyan li ser gotinên xwe nesekinî. Rêber Apo di nava girtigehê de xwe gihande me.”

Piştre, li ser navê Rêvberiya Xweser a Şengal Xelîl Hecî jî axivî û wiha got:

Em weke gelê Şengalê xwedî hêz û vinin, em nahêlin ku îxanetkar lingên xwe bavêjin ser axa pîroz. Berdêla wê çi dibe bila bibe emê Şengala Xweser avabikin”

Piştî axaftinan sînevizyona li ser cangoriyan hate temaşe kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button